Polîtîk

Neteweyên Yekgirtî spasî comerdiya xelkê Kurdistanê kir

Êvariya îro çarşem 28.08.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda ser bi Neteweyên Yekgirtî kir ku ji birêz Antonîo Gîterz Serokê Komseriya Bilinda Penaberan li Neteweyên Yekgirtî û xanim Arsarîn Kazin Birêvebera Cîhbicîhkarê rêxistina Programa Cîhanî ya Xorak û hejmarek berpirsê wan dû rêxistinan pêkhatibû.

Li destpêka hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê ragihand û Serokê Komseriya Bilinda Penaberan spas û pêzanînên xwe û endamên şandê bi Serok Barzanî û xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ji bo wê bexşîndeyî û yarmetîdana ku pêşkêşî koçberên Sûriye hatiye kirin û got: Gelek spasiya we dikîn ev xelk pêwîstî bi cenabê we heye û wekî merce’êk temaşa we dikin. Spasî gel û Hikûmeta Herêmê dikîn ji bo wê karê wan yê mezin. Eve nîşan dide ku giyanê bexşîndeyî û xêrxwazî li Herêmê de gelek bihêze”. Antonîo Gîterz li beşekî dinê axaftina xwe eşkere kir ku rêxistina wan û civaka navdewletî amadehiya temamî heye ji bo pêşkêşkirina hevkarî û yarmetiya penaberan û daxwaz jî li Hikûmeta Herêmê kir karasanî ji bo hemahengî û karên wan bikin. Serokê Komseriya Bilinda Penaberan li vê hevdîtinê de daxwaz ji Serok Barzanî kir ku beşek ji ajandaya kongreya Neteweyî ya Kurd ji bo yarmetîdana ma’newî û hesta mirovdostî beranber penaberê Kurdên Sûriye terxan bike.

Paşê xanim Arsarîn Kazin Birêveberê Cîhbicîhkarê rêxistina Programa Cîhanî ya Xorak ji bilî spasguzariya Serok Barzanî behsa amadekariyên rêxistinê kir ji bo yarmetîdana koçberan bi taybetî li meseleya hevkariya xorak û karkirina bo wê yekê tu koçberekî nav wargehan û derveyê wargehan bi birçî nemînin. Serokê Programa Cîhanî ya Xorak spas û pêzanînên xwe jî ji bo Hikûmeta Herêmê ragihand û destxweşiyê li xelkê Herêma Kurdistanê kir û got: “Hewl û karên xwe ya ji bo yarmetîdana koçberan ewqas ber çav û lez bûn me hemûyan îhrac kir û wiha kir em lez xwe bigihînin vir. We xorak li ser sînoran pêşkêşî koçberan dikir diviya em lezê bikîn bigihîn piyên we”. Li dirêjahiya kombûnê de şandê behsa wê yekê kir ku cîhan agahdarî hewl û westabûna Hikûmeta Herêm û xelkê wê ye û bilind dinirxîne.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî hatina şanda mîhvan kir û destxweşiyê li hewl û karên wan kir û amadehiya hemû aliyên saziyên Hikûmeta Herêmê ragihand ji bo hevkarîkirin û hemahengî û kar hêsanî ji bo her dû rêxistinên Programa Cîhanî ya Xorak û Komseriya Bilinda Penaberan û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê yarmetîdana koçberan bi erkekî mirovî û neteweyî ya xwe dizanê û li yarmetîdana wan de berdewam dibê. Serok Barzanî daxwaz jî kir ku yarmetiyên Komseriya Bilinda Penaberan û rêxistina Cîhanî ya Xorak li nav Sûriye jî bigihe xelk bi taybetî ewên ku rewşa jiyana wan nexweşe û ji eniyên cengê ve dûrin. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî peyama kongreya Neteweyî ya Kurd ji bo şanda mîhvan behs kir ku ji bo cîhana derve û gelên herêmê peyama aştî û pêkve jiyan û demokrasiye.

Pêvajoya emnî û siyasiya navçeyê û behskirina dîroka êş û janên gelê Kurd mijareke dinê vê kombûnê bû.

Back to top button