Polîtîk

Komeleya Karsazên Xanimên Kurdistanî hate ragihandin

Îro 09.06.2012 li Otel Rotana ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi civîneke rojnamevanî de Komeleya Karsazên Xanimên Kurdistanî bi awayeke fermî hate ragihandin.

Li destpêka civîna rojnamevaniyê de Ferda Cemiloglu Seroka Komeleya Karsazên Kurdistanî bi kurtî behsa armancên damezrandina Komeleya Karsazên Xanimên Kurdistanî kir. Her wiha da zanîn ku bi damezrandina vê komeleyê dixwazin rola jinan li warên sîstema aborî, pîşesazî, bazirganî, çandinê de pêşbixin û bigihînin asteke bilind.

Piştî axaftinê li civîna rojnamevaniyê de Ferda Cemiloglu Seroka Komeleya Karsazên Kurdistanî, Sozan Mihemed Arif Cigira Seroka Komeleyê, Jiyan Ezîz Gerdî Sekretera Komeleyê, Triske Ihsan Sadî Berpirsê Darayiya Komeleyê û Nehla Mihemed Sadallah Berpirsê Pêwendiyên Komeleyê bersîva pirsên rojnamevanan dan.

Li ser pirsa rojnamevanekî ku ji bo çi we li axaftina xwe de peyva Jin û Afret û Xanim cûda cûda bikaranî gelo eve nîşana destpêka cûdahiyên li navbera we an jî partiyên we ye? Seroka Komeleyê Cemiloglu bersîva xwe de got: Nexêr em ne girêdayî tu partiyekî ne û em kesên serbixwe û xanimên karsazîn. Belê raste her kes ji me peyveke cûda bikaranî lê eve nayê wê wateyê ku cûdahiyên mezin di navbera me de heye. Bi berevajiya wê me xwest em bi rengên xwe yên cûda cûda wekî Kurd, Ereb, Turkmen, Kildan, Aşûr û Ermenî wate weku rengên Kurdistanî vê komeleyê damezrînin. 

Back to top button