Polîtîk
13 xwendekarên tipê hatine girtin

Du roja berê, li 7 bajran, di bin navê “KCK”‘ê de operasyonen serdagirtinan de, 46 bijîjk û xwendekarên tipê hatibûn binçavkirin. Ji wan 33 xwendekar, vê sibê piştî tesbîtkirina nasnameya wan, ji aliyê dozgeriya komarê ve gumanbar sewqa 12.Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê kirin. Ji 33 gumanbaran jê 20 hatine berdan û 13 xwe ndekar hatine girtin.
Bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 13 xwendekarên ku hatine girtin navê wan wiha ne: Tuncay Gokçen, Ahmet Demirer, Birhat Şimşek, Mehmet Aydin, Mehmet Budak, Mustafa Akin, Ozgur Mert Bakan, Fatih sultan Altin, Recep Kar, Zulkuf Akelma, Perişan Akan, Mustafa Karakut û Ahmet Karer.