Komeleya Akademiyên Kurdistanê jî dixwazin yekîtiyek pêkbînin
Li hevdîtinê de, Serokê Komeleyê bi kurtî di derbarê çawayiya damezrandin û wan kar û çalakiyê zanistiyên ku li dema derbasbûyî da wê komeleyê encam daye xiste rû. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ew komele Komeleyekî serbixweye û hewla pêşxistina zanistê li hemû Kurdistanê de dide, lê belê ew kar û çalakiyên wan heta niha her li çarçêweya parêzgeha Silêmanî de mane, ji bo wê yekê hêvî xwest ku Serok Barzanî rola xwe li yekxistina hemû akademiyên Kurdistanê li komeleyekî yekgirtî da bibîne ku tenê armanca wan li zanîngehên Kurdistanê da bilindkirina asta zanistiyê be.
Serok Barzanî destxweşiyê li wê armancê kir ku komele ji bo wê têdikoşê û tekîd li wê yekê kir ku bi cîh anîna wê armancê bi biryarek nayê holê, ji ber ku li gel zanîngehên dinên Kurdistanê de pêwîstî bi şêwîrînê heye û mamostayên wan zanîngehan jî dikarin ji bo damezrandina komeleyekî nû pêkve kar bikin ku hemû akademiyên Kurdistanê li xwe bigrê û her hengavek jî li vî warî de bête avêtin em bi pîrozî dizanîn û piştgîriyekî tevahî lê dikîn.