Polîtîk
Ahmedinejad bi tundî serokê Rusya rexne kir
Serokê komara Islamîya Îranê Mehmûd Ehmedîmejad di dirêjîya gotara xwe de ya li gel kanalek televizyonek Îranî li Tehranê ragihand, ku serokê Rûsîya Demitrî Medvedev di kombûna xwe de ya li gel konsûlên Rûsîya yên li welatên derve ragihandîye, ku Tehranê dixwaze çekên atomî dirist bike.
Ehmedî nejad got, ku mixabin serokê Rûsya Demitrî Medvedev wek bêjedarê dijminên Îranê reftar dike û ev yek jî cihê dilgiranîyê ye. Ehmedîmejad weha jî got, ku Rûsîya welatekî mezin e û li gel Îranê hevpeymanî jî heye, belê daxûyaniyên Medvedev yên bi wî cureyî xizmeta Amerîka dikin û mifa ji Amerîka re hene.
Hêjeyê gotinê ye, ku Rûsîya niha di rêza evan welatane de ye ewên ku dijatîya bernameya atomîya Îranê dikin.