Koçberên kurd bûn armanca êrîşên Tirkên nijadperest
Înegol qezeya bajarê Bursayê ye. Wek gelek deverên din yên Tirkiye, piştî 12-ê îlonê gelek kurd ji Kurdistanê bar kirine çûne Inegolê jî. Duh di nav hinek kesên kurd û xelkên Inegolê de hevçûnek çêbû. Di vê hevçûnê de 5 kesên Înegolî hatin birîndar kirin , polisan 3 kurd girtin û binçav kirin.
Piştî vê bûyerê bi sedan xelkên devera Inegolê, berê xwe dan qerekola polîsan û meşîyan, şîarîn nijatperestî avêtin, gotin em kurdan li bajarê xwe naxwazin. Li ber qerekola polisan doz kirin ku 3 kurdên girtî bidin wan. Lê polisan xwest xelkê belav bike. Xelk gelek bi hêrs bûn du otomobilên polisan şewitandin û xwestin 3 kurdan ji qerekolê derxin û wan bikujin.
Parêzerê Bursayê hate Inegolê, bi hezaran polis û leşker ji deverên din rêkirin Inegolê. Di van rojan de dema propagandeyên referandumê destpêkirîn taybetî MHP gelek axaftinên nijad perestî dikin û kurdên li Tirkiye dikin armanca êrîşên xelkên wan deveran. Dema bûyer çêdibin tundî destpê dike, şer çêdibe di nav xelkê de jî hesasiyet gelek bilind dibe û her demî tehloka ku Tirk li bajarên xwe êrîşan bibin li ser kurdan dikeve rojevê.