Polîtîk
El Qaîde rehineyê Fransî kuşt

Meha nîsanê li Nijer hevwelatiyek Fransî ji aliyê rêxistina El Qaîde ya li Bakurê Efrîqa ve hatibû revandin. Li gora nûçeya kanala televizyona El Cezîre duh hevwelatiyê Fransa Michel Germaneau ji aliyê El Qaîdê ve hate kuştin.
Li Moritanya leşkerên Fransa û Morîtanya êrîşek birin li ser baregehek yê El Qîde. Di encama vê êrîşê de 6 çekdarên El Qaîde hatin kuştin. Piştî vê bûyerê El Qaîde jî li himber vê yekê hevwelatiyê Fransî Michel Germaneau kuşt û ji raya giştî re ragihand.