Jinekî destê xwe neda Başbug û ew protesto kir

18-ê meha Temuzê li Geverê teqînek çêbîbû. Di vê teqînê de efserek birîndar bû. Efserê bi nave Bariş Ibrahim Yurtsever di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da. Dema cenazê wî rakirin rewresmek leşkerî pêkanîn û di vê rewresmê de serfermandarê hêzên çekdar yê Tirkiye Ilker Basbug jî amade bû.

Di rewrismê de Başbug serxweşî da malbata efserê jiyana xwe ji dest dayî. Lê xuşka Bariş Ibrahîm Yurtsever destê xwe neda Başbug û destê wî negirt. Li gora nûçeya nûçevana rojnama Taraf Arzu Yildiz, xuşka Ibrahîm Yurtseven, Hulya Yurtseven Çeçen destê xwe neda Başbug û gote “ Ez destê vî zilamî nagirim“ Xuşka efserê hatî kuştin bi vî awayî Başbug protesto kir.

Nerîna min :