Polîtîk

Koman: Jitem hebû

Şêwirmendê MITê yê kevn û generalê cendirmeyan Teoman Koman ku niha ji bo doza 28ê Sibatê girtî ye, derheq JITEM û Weli Kucuk û Dogu Perincçek de agahdariyên girînd dane Dadgeha Cezayê Giran.

Doza Ergenekonê ku li Dadgeha Cezayê Giran ya Sêzdemîn tê domandin, Welî Kuçuk û Gogu Perinçek wek dîdevanê parastinê ji xwe re Teoman Komanî dabûne nîşandan ku dereheq wan de gotinên erênî bibêje.

Teoman Koman  Di Koma Nijadî ya Aramiyê (Milli Güvenlik Kurulu) de kar kiriye. Ji 1988 heta 1992an, şêwirmendê MITê bûye. 1995 hetanî 1997an, Qumandarê Giştê yê cendirmeyan bûye.

Lê gava Teoman Komani derket hafa dadgehê, gotinên balkêş gotin û gelek karên nihênî eşkere kirin, weha got Dadgeha Cezayê Giran:
“Ez ji 1995an ve  Welî Kuçuk dinasim, hingê qumandarê cendirme yê Kocaeleiyê bû,  lê veguhaztina wî ya ji bo Giresûnê min çêkiriye.”

Serokê dadgehê gava pirsa JITEMê ji Teoman Koman pirsî, Teomanî weha got: “Min JITEM bihîztiye. Ev sazî ewil wek istixbarata cendirme hatiye damezirandin. Piştre ev navê wek JITEM li Rojhilat û başûrê Rojhilatê (Bakûrê Kurdistanê) hatiye bikaranîn. Lê ev sazî ne fermî bû. Hin kesasn (amirhêz) vî navî wek ilegal ji bo sûda xwe bi kar aniye. Min jî ev sazî di dema xwe de qedexe kir.”

Teoman Koman gotiye: “Min Arif Digan jî dîtiye, lê pê re neketime axaftinê. Gotina dibêjin ku Arifî JITEM ava kiriye jî, nizanim.”
Sawcî Murad Dalkuş ji Teoman Koman pirsiye: “Dibêjin ku Teoman Welî Kuçuk kiriye general. Ev rast e?”

Teoman Koman bersiv daye: “Kes bi tena serê xwe nikare kesî bike general. Lê Welî Kuçuk generalekî bvaş bû.”

 

Rojeva Kurd/Stenbol

Back to top button