Bermayiyên dîrokê yên Hitityan hatin dîtin

Çewa ku tê zanîn, parêzgeha Çorumê paytexta Hitîtan bûye. Ew devera ku niha jê re ”Alaca Höyük” tê gotin lêkolîn lê hatine kirin. Derket holê ku 1500 sal berî niştecihbûna li herrêmê niştecî li wirê hebûne. Di lêkolînê de sê firaxên ferfûr ên cuda derketine holê.  Bi wê yekê dîroka herêmê 8-9 hezar sal berê bûye. Yani digîje çaxê Geolitika Dereng. Ev belgeyên ku derketine holê, dişûfin belgeyên ku Heranê hatine dîtin.

Çewa ku tê zanîn, sikra avê ji bo avdaniyê, cara pêşî  li Anatolyayê BZ. di 1249an de ji aliyê qralê Hîtîtan ve  hatiye çêkirin. Û sikra ava vexwarinê jî, ji aliyê jina Qral Hattuşiliyê Siyem ve hatiye çêkirin.

Li gor hin riwayetan ew gelê bi li Anatolyayê bi navê HÎTÎT, bapêrên Kurdan bûne.

 

Rojeva Kurd/Enqere

Nerîna min :