Cîhan
Kolberekî din bi destê hêzên rejîma Îranê hat kujtin

Kolberekî Kurd ê bi navê Sadiq Mîrzayî, bavê du zarokan û xelkê bajarê Ciwanroyê bi gulleyên hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê Newsûdê hat kujtin.
Li gor Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvara roja Şemî 20ê Çileya 2024an, Kolberekî Kurd ê bi navê Sadiq Mîrzayî yê temen 40 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê, bi gulleyên Hêzên Sînorî yên rejîma Îranê li sînorê Newûdê hatiye kujtin.
Sadiq Mîrzayî, bavê du zarokan bûye û termê vî ji bo navenda newsûdê hatiye veguheztin.
Li gor belge û amarên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de, herî kêm 41 kolber li ser sînorên Kurdistanê bi gulleyên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kujtin.