Polîtîk

Hawramanî: Ji bo ku têkçûna xwe veşêre Îran êrişî Hewlêrê dike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşawa Hawramanî diyar kir ku tohmetên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê bê bingeh in.  Hawramanî di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala televizyona El-Yum de got: “Tawanbariyên Komara Îranê yên li dijî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ne rast in û bêbingeh in. Tê îdiakirin ku baregeha Mossad a Îsraîlî hatiye bombebarankirin, lê lijneya lêkolînê ya hikûmetê hat cihê bûyerê û rastî eşkere kir”. 

Berdevk Hawramanî got: “Ma zarokê ku di bombebaranê de mir endamê Mossadê ye, sûcê wî çi ye? Mala kesekî ku ji malbatek naskirî ye hat bombebaran kirin ku dûrî siyasetê bû, tenê di karê xêrxwaziyê de rol dilîzt”.

Hawramanî axaftina xwe wiha domand: “Kurdistanê hertim hewl daye ku aramî li herêmê dabîn bike, nebûye beşek ji kêşeyên herêmê û eger pirsgirêk hebin, Herêma Kurdistanê jî hewl daye rolee erênî di çareserkirina pirsgirêkan de bilîze û hewl daye alîyan nêzîkî hev bike. Pêwîst e hikûmeta Iraqê bersivê bide Îranê. Ji ber ku serweriya Iraqê hatiye binpêkirin. Gelek welat hene ku bi qasî Iraqê çekên wan tunene, me ji bilî hin daxuyaniyan tiştek din nedît”. 

Hawramanî got: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hember vê bûyerê bêdeng namîne û nexwest bi Wezîrê Derve yê Îranê re li Davosê bicive. Ev helwesta Herêma Kurdistanê bû. Em gefan naxwin, daxwazek me ya hêsan heye, ew jî aştî ye.  Em naxwazin êrîşî cîranên xwe û tu kesên Îranê bikin. Em dixwazin ew bizanibin ku peymanek ewlehiyê heye”. 

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Hawramanî herweha got: “Ev ne êrîşa yekem a Îranê ye li ser Hewlêrê. Eger Îran bixwaze rûbirûyê Îsraîlê bibe, gelek cihên din hene ku mûşekên wê yên dûravêj dikarin bigihêjin û herwiha milîsên wê jî li Sûriyê hene. Gelek hevalbendên wê bawer dikirin ku Îran wê di şerê Xezzayê de rolek girîng bilîze, lê ji bo ku têkçûnên xwe veşêre Îran êrişî Hewlêrê dike”. 

Back to top button