Sefîn Dizayî: Tu pirsgirêka me bi Îranê re nîne

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî got: “Tiştê ku li Herêma Kurdistanê hat kirin karesatek e. Bi hincetên cûrbecûr hewl tê dayîn ku sûc bên veşartin. Îranê Iraq veguherand navçeyek şer”.
Dizayî di civîna çapemeniyê de got: “Tu pirsgirêkeke me bi Îranê re nîne. Berovajî, demek dirêj e peywendiyên me yên baş hene. Tiştê ku li Herêma Kurdistanê hat kirin, ji bo veşartina tawanên wê karesatek e. Bi photoshop û tiştên wek wan, ku ne li gor reftara welatekî ne, hincet û derew in”.
Dizayî bi berdewamî got: “Berê bi hincetên cûrbecûr êrîş li ser Hewlêrê hatin kirin û mixabin Iraq bi Îranê re bûye qada nakokiyan. Herêma Kurdistanê tu carî li ser welatên cîran nebûye metirsî, em hêvîdar in ku bûyerên wiha rû nedin”.