Kultur

Koçer rewşa wêje û zimanê kurdî dinirxîne

Piştî ger û beşdarbûna panêlan li Kurdistanê
Koçer rewşa wêje û zimanê kurdî dinirxîne

Nivîskar Evdile Koçer berî demekê li Mêrdîn û Sêrtê tevlî panelên ser wêje û zimanê kurdî bû. Wî serdana gelek bajarên din ên Kurdistanê jî kir û rewşa ziman, wêje û rewşenbîriya kurdî ya li welêt ji nêzîk ve şopand. Bi vê mûnasebetê me jî bi Nivîskar Evdile Koçer re hevpeyvînek pêk anî.

-Te di van panelên xwe yên Mêrdîn û Sêrtê de rewşa xwendevanên kurdî çawa dît?
Di vê gera xwe de min fêm kir ku bi rastî jî xwendevanên kurdî birçiyê pirtûkên baş û panel û konferansên têrtije ne. Hejmara wan hindik be jî êdî xwendevanên kurdî nivîskarên ku bûna belayê serê nivîsa kurdî xweş nas dikin; navê wan jî yek bi yek dibêjin bê çawa quncikên rojname, kovar û malperan dagir kirine.

Jixwe hin xwendevan jî ji gelek nivîskarên ku niha ‘navdar’ in bêtir têgihiştî û pêşketîtir in. Mesele êdî gelek ji wan li dij derdikevin ku nivîskarên kurd-tirk li Bakur bi tirkî panelan bidin. Rewşa xwendevanên wisa hêviyeke mezin dide ziman û wêjeya kurdî jî ku pêşeroja wê ronîtir be.
 
-Li gorî çavdêriyên te yên dawî zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê ber bi ku ve diçe?
Rewşa pêşeroja zimanê kurdî li Bakur piçekî şêlo ye. Ji aliyekî ve bi xêra perwerdeya tirkî, rêzefîlm û jiyana sosyal ya tirkî dike ku bakur bêtir ber bi tirkî ve biçe. Bi taybetî keç û jin û ciwanên kurd bi tirkî radibin û rûdinin; di nav wan de hejmara kesên polîtîzebûyî ên ‘welatparêz’ mixabin gelek zêde ye; jixwe ev jî dike ku ev tirkîbûn ji hêla civakê ve weke tişteke normal û maqul bê dîtin.

Li hêla din jî bi xêra hin saziyên kurdperwer ên wekî TZP, Kurdî-Der û hin Belediye û Navendên Çandî zimanê kurdî hêdî hêdî bi ser xwe ve tê û di civakê de ji xwe re cihekî statûyekî çêdike. Heke ev sazî û dezgeh, çalakiyên ser ziman salûwext wekî seferberiyekê bikin ez bawer im wê hingê zimanê kurdî bibe zimanê civak û bazarê jî; hingê wê zimanê kurdî bikeve nava saziyên dewletê jî.

Wekî din tişta min fêm kirî ev e, niha di nav saziyên kurdan de şerekî mezin ên tirkîaxêv û kurdîaxêvan heye. Mesela li Sêrtê ez bûm şahid ku êdî civak siyasetmedarên tirkîaxêv qet naxwaze ku bibîne û vê yekê aşkere ji wan re jî dibêje.

-Sazî û siyasetmedarên kurd ji bo asîmilasyonê çi difikirin, çi dikin?
Sazî û siyasetmedarên kurd her çiqas ku ji bo kurdî dilxwaz bin jî lê sîstemeke xurt ji bo kurdî danaynin; loma gelek gotinên wan jî wekî sloganekê dimîne. Tişteke din jî heye ku civaka bakur mixabin nexwende û ‘gundî’ ye; zêde pê nizane ka ziman û çand ji bo civakekê tê çi maneyê. Mixabin gelek ji wan jî belediye û saziyên qerase bi rê ve dibin.

Ez bawer dikim ku hêj siyasetmedarên kurd tê negihiştine ka zimanê kurdî ji bo bidestxistina serkeftinên siyasî jî tê çi maneyê; gelek ji wan wisa fêm dikin ku zimanê kurdî meseleya du sê nivîskar û dildarên kurd e. Dema ku gotin bê ser zimanê kurdî hemû siyasetmedarên kurd piştgiriyê didinê, lê di pratîkê de jî her tişt bi tirkî ye. Heta ku siyaseta kurd li Bakur zimanê kurdî neke alaya siyaseta xwe wê xweasîmilasyon jî her berdewam bike.

-Siyaseta kurd li Bakur zimanê kurdî çawa dikare bike alaya siyasetê?
Dikare di hemû civîn û çalakiyên xwe yên li Bakur de zimanê tirkî qedexe bike. Dikare kursên kurdî bide rêveberên xwe. Dikare medya xwe ya kurdî xurtir bike. Dikare bingeha hemû siyaset û sazî û dezgehên xwe bi kurdî deyne. Bi kurtasî dikare wisa bike ku heta çend salan axaftina tirkî li Bakur bibe şermeke mezin. Hingê wê hem ziman û çanda kurdî bi ser xwe ve were û hem jî wê hingê deng û hêza siyaseta kurd xurtir bibe.

-Em dizanin ku te serdana Rojava û Başûrê Kurdistanê jî kir, gelo dema ku tu van parçeyên welêt bidî ber hev di serê te de dîmeneke çawa çêbû bo ziman û çanda kurdî?
Berî her tiştî ez dixwazim vê bibêjim, li Başûr meriv bi kurdî radizê, li Bakur bi tirkî hişyar dibe û li Rojava jî bi kurdî xewnan dibîne; helbet sedem û encamên li her perçeyê welêt li gorî xwe û li gorî sosyolojiya xwe diguhere. Li Rojavayê Kurdistanê her çiqas ku qurm û rihê zimanê kurdî xurt be jî lê mixabin axaftina civakê hêdî hêdî ber bi erebî ve diçe. Kurmanciya Zaxo û Duhokê di bin bandora zaravayê soranî ve diçe; di vir de helbet rola medya û hêza rewşenbîrî ya soranî gelek e.

Li Bakur zimanê tirkî heta li gundan jî li şûna zimanê kurdî digire; sûcê herî mezin yê xwendekar, rewşenbîr û siyasetmedaran e ku di jiyana modern de bi tirkî bi kar tînin. Heke ez niha bibêjim hinek nivîskarên kurd bixwe jî bi hev re bi tirkî dipeyîvin, belkî kes bawer neke.

-Kîjan sedem di bin vê de veşartiye ku ev nivîskarên kurd bi hev re bi tirkî dipeyîvin?
Li Bakur nivîskarên kurd êşa rewşenbîrtiya kurdî dikşînin; hê jî fêm nakin ku divê hemû tiştê rewşenbîrtiya civakekê bi zimanê wê civakê be; jixwe tişta normal jî ev e, ji vê re tu teorî û reçete jî ne lazim in.

Bi baweriya min nexweşiyeke mezin di bin vê sedemê de veşartiye. Yek; hin ji wan nivîskaran dixwazin ku rihê xwe yê vala bi awayeke din nîşan bidin û bi ser zimanê tirkî re riya navdarî û meşhûrbûnê ji berhemên xwe re digerin. Du; ew bixwe jî wekî hin nivîskarên tirk di nava xwe de zimanê xwe biçûk dibînin û hêj bawer nakin ku meriv dikare bi kurdî jî sohbeta felsefeyekê bike û berhemeke baş biafrîne.

Sê; siyaseta kurd tu qîmetekê nade axaftin û berhemên wan yên bi kurdî, lewma êdî hemû fikir û têgehên xwe bi tirkî nîqaş dikin; jixwe gelek ji wan jî van fikrên xwe bi tirkî jî dinivîsin û di medya tirkan de belav dikin. Çar; di bin hişê wan de her dem hespê tirkî ji yê kurdî bêtir dibeze û bêtir xwe têr dike û hwd.

-Gotinên te yên dawî çi ne?
Civaka ku bi kurdî neherike, wê jê siyaseteke baş jî dernekeve, wê jê rewşenbîrên xurt jî dernekevin, wê jê wêjeyeke çak jî dernekeve û wê jê pêşerojek û tu tişt jî neyê hêvîkirin.

EuroKurd News – eurokurd.net

Back to top button