Mîxayîl Lazarev çû ser dilovaniya xwe
Dostê Kurdan û kurdologê ku îmzeya di bin dîplomayên gelek dîrokzanên Kurd de heye, Lazarev wefat kir
Mîxayîl Lazarev çû ser dilovaniya xwe
Zanyar û Kurdologê navdar, doktorê zanistên dîrokî, profesor Mîxayîl Semyonovîç Lazarev li Moskovayê di temenê xwe yê 80 salî da çû ser dilovaniya xwe. Lazaryev tevayî jîyana xwe ji bo lêkolîna pirsgirêka Kurdî terxan kir. Hema bêje tu Kurd nîne, ku navê wî ne bihîstî be. Mîxayîl Lazarev di maweya çendîn salan de serpereştiya beşa Kurdolojiyê ya Akademîya Zanistî ya Rûsyayê kiriye. Mîxayîl Semyonovîç bi dehan zanyarên Kurd perwerde kirine û ew vê gavê giregirên cîna rewşenbîrên Kurdan in.
M. Lazarev di sala 1930 da ji dayîk bûye. Di sala 1952 da fakulteya Dîrokî ya Zankoya Dewletî ya Moskovayê qedandiye û ji sala 1956 heya naha li Enstîtuya Rojhilatzaniyê ya Akademîya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetan kar kiriye. Di maweya salên 1970-1975 de li Enstîtuya Welatên Asya û Afrîkayê li gel Zankoya Dewletî ya Moskovayê jî mamostetî kiriye. Doktorê zanistên Dîrokî Mîxayîl Lazarev weke navdartirîn Rojhilatzanê Rûsyayê dihat nas kirin.
Berhemên wî yên li ser dîrok û sîyaseta navnetewî bûne çavkaniyên bingehîn ji bo fêrbûna dîroka gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya gelê Kurd. Berhemên sereke yên M. Lazerev ev in:
«Têkçûna desthilatdariya Tirkan di Cîhana Erebî da (1914-1918)» – 1960;
«Ereebistana Seûdî piştî Seûdê»;
«Kevneşopiyên bingehîn ên sîyaseta derva (1964-66)» ;
«Kurdistan û pirsgirêka Kurdî» – 1964;
«Emperyalîzm û pirsgrêka Kurdî(1917-1923)»- 1989;
«Kurd :gelek bindest»- 1991;
«Tevgera Kurdî di serdema nû û herî nû da»
«Dîroka Kurdistanê » (li gel Ş. Mihoyî, Y. Vasîlyeva, M. Hesretyan û O. Jîgalîna. 1999 );
«Pirsgirêka Kurdî (1891-1917)»
Merasîma definkirinê merhûm wê di 12 Adarê li Moskovayê bê li dar xistin.
(Avesta)