
Partîya CHP partîya K. Ataturk e, zagon û makzagonên bingehîn yên ku ji 1923an û heta îro bi sedhezaran Kurd pê hatin kujtin, zagon û makzagonên dewletê, ango yên CHP ne.

Nûrî Çelîk
Pirê caran gotinên êvara dikevin qulên dîwara û tên ji bîr kirin. Bi taybet ev gotin yan soz û bext di dem û pêvajoyên hilbijartinan de pir tên jibîrkirin û dikevin qulê dîwaran. Gotinên ku rastîya xwe di kiryar û jiyanê de pesend neke û nede xuyakirin, dibin çîrok, dikevin guhekî û di guhê din re derdikevin û ber bi bê dikevin.
Di demên berê de jî, di hemû demên berî hilbijartinan de ev yek bûn. Çi kesên ku dixwestin di hilbijartinan de biserkevin û bibin desthilatdar, gotinên xwe ji Kurdan re gotin, destê xwe di ser serê wan re birin, bi his û dilpakîya wan lîztin û soz dan wan. Sozên paraztina heq û hihûqê Kurdan, xwedîlêderketina ziman û nasnameya wan û gelek tiştên din. Lê piştî bûn desthilatdar siyaseta Suleyman Demîrel meşandin. Yanî, doh doh bû, îro îro ye. Wek dibêjin, piçik piçik meriv diçe ber kûçik. Piştî ku gîhan armanca xwe îcar li çavsorîya xwe vedigerin û dîsa dev li Kurdan dikin.
Partîya CHP partîya K. Ataturk e, zagon û makzagonên bingehîn yên ku ji 1923an û heta îro bi sedhezaran Kurd pê hatin kujtin, zagon û makzagonên dewletê, ango yên CHP ne. Çi darbeya ku bi destê artêşê çêbûye esasê xwe li ser zagon û makzagonên CHP ava kiriye. Desthilatdarî û hikûmet bên guhertin yan kî bê ser hikim bela bê, nikare bi bingeha wan zagon û makzagonên bingehîn bilîze û biguhere. Ji xwe ew makzagonên bingehîn li dijî Kurdan hatine nivîsandin, hebûna Kurd û Kurdistanê di wan makzagonan de xetên sor in û kes nikare wan xetên sor derbas bike. Ev yek.
Namzedê Serokkomarîyê û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Dersimî ye û Kurdekî Alewî ye. Dijberî û neyartîya ku li hemberî wî tê kirin ne ji ber Alewîtîya wî ye, ji ber Kurdbûna wî ye. Alewîtî tenê rûdand û maske ye, pê Tirkên sunnî û mihafazakar dixapînin. Lê Kurdbûna wî bingeha dijminatî û rikdarîyê re. Ji ber vê yekê, dewlet zû bi zû bahwerîya xwe pê nayne. Her çiqasî ew kiribin serokê CHP jî, dor lê girtine, bi kadroyên dewletê yên Kemalîst ew dorpêç kirine da ku Kiliçdaroglu nikaribe zêde xwe bilivîne û xetên sor derbas bike. Wek min di nivîsên berê de jî got, vegera Seroka IYI partîyê Meral Akşener û beşdarîya wê ya nav Tifaqa Millet, wek Cîhgirên Serokkomar destnîşankirina Şaredarê Stenbolê Ekram Îmamoglu û Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş ne belasebeb e. Ev her sê kes jî xizmetkarên dewleta kûr in û ji bo Kiliçdaroglu nikaribe gavên zêdeyî bejna xwe bavêje hatine wezîfedarkirin.
Kiliçdaroglu, di hevdîtina HDP de, di derbarê zimanê Kurdî, maf û azadîyan, sîstema eyaletan, demokrasîyek berfireh û heq û hiqûqê mirovan de gelek tişt û daxwazên maqûl anîn ser zimên. Kiliçdaroglu got ku “Di serî de pirsgirêka Kurd, hemû pirsgirêk li Meclîsa Tirkiyê çareser dibin. Emê hemû pirsgirêkan di meclîsê de çareser bikin “.
Bêguman gotin û destnîşankirênên xweş in. Helbet meclîs cîhê çareserkirina pirs û pirsgirêkên welatekî ye. Lê ev jî girêdayî hejmar û zêdebûna wekîlan e. Heger di meclîsekê de hejmara wekîlên te kêm bin û tu nikaribî yasa yan pêşniyazekê bi piranîya dengan bidî qebûlkirin, tu wateya meclîsê û çareserkirnê jî namîne. Ji alîyê din, esas yê ku dewletê bi rêve dibe ne serokkomar e, serokwezîr û kabîneya wî/wê ye. Serokkomar tenê sembola dewletê ye û erkên wî bi sînor in. Heger Seroka IYI partîyê Meral Akşener a nîjadperest bibe serokwezîr (ku ji xwe armanca wê ya sereke ew e û di nav tifaqê de piştî CHP partîya xurt IYI partî ye), wê gotin û sozên ku Kiliçdaroglu ji bo çareserîya pirsa Kurd dabûn wilo bi hêsanî neyên cîh. Û heger Akşener nebe serokwezîr, îhtîmalek mezin e ku IYI partî ji Tifaqa Millet veqete û di refê dijberên Kiliçdaroglu û demokrasîxwazan de cîh bigre. Ev yek dîsa wê karê Kiliçdaroglu zehmettir bike.
Werhasilî kelam, helbet dil dixwaze ku Kiliçdaroglu bibe xwedîyê wê qudreta ku karibe gotin û sozên xwe bîne cîh û rê ji derfetên demokrasîyek berfireh re veke. Heger gotinên êvara nekevin qulên dîwara baş e…