
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby got ku Serokê Amerîkayê Joe Biden “bi lez û bez” bersiva êrîşên li ser navendên leşkerî li Sûriyê da û got ku leşkerên Amerîkî dê li herêmê di karên xwe de berdewam bin.
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby got: “Ev êrîşek cidî ji aliyê komên çekdar ve bû.” “Serok bi awayekî berbiçav, bi lez û wêrek bersiv da. Kêmtirî hezar leşkerên me li Sûriyê hene, û ew hîn jî vê tora çalak û krîtîk (DAIŞ) dişopînin, tevî ku ew pir kêm bûne,”
Kirby her wiha behsa îhtimala bersivên zêdetir û got: “Me vê hefteyê li vir nîşan da ku Dewletên Yekbûyî dê her dem bi biryar ji bo parastina gelê xwe tevbigere û bi dengekî bilind û zelal ev helwesta me ji muxatab re hatiyê diyarkirin.
Li ser pirsa peymana çekên nukleerî ya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi Belarusê re, John Kirby dibêje: “Em ê temaşe bikin û bibînin ku ev ber bi ku ve diçe. Me tu nîşan nedîtin ku Rûsya çekên navokî hilgirtiye. Bi rastî, em li hev dikin ku şerê nukleerî neyê kirin û nabe ku şerek nukleerî bi ser bikeve.