CivakRojev

Ji ber eşkenceya li zarokê 14 salî: 3 polîs hatin girtin

Li navçeya Licê yê ser bi Diyarbekirê ve, zarokekî 14 salî ji aliyê polîsan be hatibû îşkencekirin û di derheqê bûyerê de Serdogeriya Komarê Diyarbekirê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de pênç polîs ji kar hatibû dûrxistin û bi tohmeta “birîndarkirina mirovekî û binpêkirina mafê azadiya wî” arasteyê Dadgeha Diyarberkirê hatibûn kirin û dadgehê biryara zindanîkirina sê polîsan da û du polîs jî hatin azadkirin.

Zarokê 14ê Yûsûf Dîken êvara roja Newrozê, piştî ku ji pîrozbahiyên Newrozê derdikeve bi hevalekî xwe re ber bi mala xwe ve diçe, lê li gor agahiyên ku wî behs kiriye, 4 polîs wî û zarokekî din 10 salî yê li gel wî desteser dikin, piştre, zarokê 10 salî berdidin û Yûsûf dibin nav zeviyeke ji bajêr dûr û lê didin.

Back to top button