Polîtîk

Kiliçdaroglu li gora Deniz Gezmîş û hevalên wî bû

 

Kiliçdaroglu li gora Deniş Gezmîş û hevalên wî bû 

Sê xortên şoreşger yên 6ê gulana 1972 yan de hatibûn darvekirin, li gelek der û deveran bi çalakiyan hatin bibîranîn. Serokê CHPê Kiliçdaroğlu jî çû ser gora wan.

Di roja salvegera darvekirina Denîş Gezmîş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan de, serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çû serdana gora wan. Ew, di dîroka CHPê de cara yekem e diqewie. m

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li Enqerê, goristana Karşiyakayê, li ser gora Deniz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Asalan ew bibîranin û qaranfîl danî ser gora wan.  Di dîroka CHPê de cara yekeme ku serokekî giştî yê partiyê, di salvegera sê xortên şoreşger de diçe ser gora wan û  li ber xatira wan rêz digre.

Kemal Kiliçdaroglu, bi minasebeta 40.salvegera darvekirina sê xortên şoreşger, li Stenbolê, li parka Denîş Gezmîş  wê beşdarî konserekê bibe û dûra jî belgesela ku Can Dundar amade kiriye, “Delîkanlim – Xortê min” temaşe bike.     

Denîş Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan, rêberên THKOyê (arteşa rizgariya gelên Tirkiyê) bûn û bi hedefa Tirkiyeke tam serbixwe têdikoşiyan. 

 

Back to top button