4 biryarên giring yên civîna civata wezîran
Duhî di bin serokatîya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna cîgirê wî Îmad Ehmed civata wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê siyemîn civîna xwe ya normal saz kir.
Di civînê de çend biryarekên giring hatin dan:
1- Di civîna civata wezîran a berî vê de biryar hatibû dan ku, di nava 45 rojan de her du wezaretên darayî û navxwe yekbigirin, di vê civîn de jî tekîd li ser wê biryarê hat kirin ku, her dû wezaretên darayî û navxwe di dema diyar kirî de bibin yek û tevahiya sazî dezgehên girêdayî bi wan her ud wezaretan di dema diyarkirî de dibin yek.
2- Meseleya anîna dermanan bo Kurdistanê hate nîqaşkirin û di vê derbarê de wezîrê tendirustiyê yê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, di demeke nêz de çend kompaniyên biyanî yên pispor di warê kontrolkirina kalîtiya dermanan de dê li Kurdistanê de dest bi kar dikin û karê kontrolkirina cur û çawetiya dermanan dixin stuya xwe.
3- Behsa meseleya damezrandina karmendan hate nirxandin û biryar hate dayîn ku, divê meseleya damezrandinê şefaf û dûr ji destwerdanan be.
4- Biryar hate dayîn ku, di warê bûdce û îdareyê de, weke îdareyeke serbixwe digel devera Germiyanê teamil bê kirin.
Di dirêjahiya vê civînê de çendîn babetên din yên weke meseleya kovara Çirpe (kovara Çirpe ku ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, di hijmara xwe yadawiyê di di nivîsekê xwe de sivkatî bi xwed, pêxember û ola îslamê kiriye). Herwesa kêşe û kemaniyên eriyên Sînur yên Kurdistanê jî hatin nîqaşkirin û biryarên pêwîst jî di vê warê de hatine stendin.