Kijan rêxistin “teroristin“ ?
Eve demeke di derbarê hinek rêxistin de navbera serokkomarê Tirkiye Erdogan û serokê CHPê Kiliçdaroglu de minaqeşeyek heye. Erdogan dibêje ku, CHP hevalbendiya rêxistinên terorist dike û serokê CHPê nikare bêje ku hinek rêxistin wek DHKP/C, PKK YPG û PYD teroristin.Di heman demê de Kiliçdaroglu jî AKPê bi hevalbendiya rêxistinên radikal yên islamî tawanbar dike û dibêje pêwendiyên Tirkiye li gel rêxistinên wek El Nusra hene . Herweha Kiliçdaroglu dibêje ku bila Erdogan bêje El Nusra teroriste.Tayib Erdogan di axavtinek ya xwe de bersiva Kiliçdarohlu da û got: DHKP/C, PKK, YPG, PYD û El Nusra rêxistinên teroristin.Piştî vê yekê Kiliçdaroglu jî axavtinek ya xwe de da xuyakirin ku, wî bi dehên cara gotiye ev rêxistin teroristin. Kiliçdaroglu got: Ez niha jî dibêjim, DHKP/C, PKK, YPG,PYD , EL Nusra û DAÎŞ rêxistinên teroristin.