Cîhan

3 şirketên arikariya DAÎŞê dikin

Amerika bi tohmeta arikariya DAÎŞê ambargo danî li ser 3 kompaniya. Li gora daxûyaniya wezereta Aborî ya Amerika; Li Filipîn kompaniya Abdulpatta Escalon Abubakar alikariya maddî dide DAÎŞê, Li Somali Mohamed Mire Ali Yusuf kompaniyên  Liibaan Trading û Al Mutafaq arikariya DAÎşê dikin.Herweha wezereta Amerika dide xûyakirin ku li Tirkiye jî Kompaniya Profesyonel Elektrik ya ku xwediyê wê Yunus Emre Sakarya ye parçeyên elektronik dide DAÎŞê.Amerika navê van hersê kompanya eşkere dike ku arikariya DAÎŞê dikin û ji bo vê jî Amerika ablokayek datîne ser van şîrketan.

Back to top button