Kî mêvanê Dîyarbekirê ye?

Wexta Mesûd Barzanî li Enqerê beşdarî Kongreya AKPê bû, wê demê ew mêvanê wan bû.
Lê li Dîyarbekirê Barzanî xwedîyê malê ye ne Erdogan!
Lewra divê ji Erdogan re bi awayekî bê gotin an nîşandan;
“ Tu îro mêvanê me Kurdan î. Em ê te wek mêvan biezibînin lê heke tu bixwazî hêjî wek dagîrkerek  efendîtîyê li ser me bikî em ê te û dewleta te ji welatê xwe biqewitînin!”
Bila ev dûrişm bibe peyama hevbeş ya hemû Kurdan !

Bila Erdogan û dewleta wî baş têbigihê ku êdî Kurd wek caran nayin xapandin.

Hewlêr ji bo her kurdekî çiqas pîroz be, Dîyarbekir jî ji bo Mesûd Barzanî ewqas pîroz e!

Hewlêr çiqas welatê me be Dîyarbekir jî ewqas welatê Mesûd Barzanî ye!

Hewlêr û Dîyarbekir hevûdu temam dikin lê bê Mahabad û Qamişlo wêneyeke ne temam e!

Serdana Barzanî ya Dîyarbekirê divê bibe destpêkekê/hingaveke gellek girîng ji bo vekirina derîyê yekgirtina hemû perçeyên Kurdistanê.    
Ev derî bi destê yek ji dewletên dagîrkeran bê vekirin jî wek hingavekî dîrokî wê di pêşerojê de tesîra xwe ya erênî li ser doza Kurd bihêle.
Her alî dê bixwaze ji bo berjewendîya xwe yên netewî îstîfade ji vê serdanê bike.

Divê Kurd jî bi hemû rengên xwe yên sîyasî  û civakî xwe ji bo vê roja dîrokî amade bike.
Tu car divê neye jibîr kirin ku pirsa Kurd yek pirs e û bêyî ku hemû perçeyên wê temam be ev pirs çareser nabe!
Rojên wiha ji bo me hemû Kurdan rojên îmtîhanê ye.

Aya bi rastî em yek netewe ne û berjewendîyên me yên netewî ji bo hemû alîyan xala herî pîroz e?
Tu şik tê de nîne ku her kurdekî ku di dilê xwe de nirxên kurdewarîyê wek nirxên pîroz diparêze, ji bo wê armancê têdikoşe, wê bi her awayî berpirsiyarîya xwe bizanibe.  
Heke berpirsiyarîyê xwe nizanibe wê dîrok wan mehkûm bike.
Îro di meydana sîyaseta Rojhilata Naverast de du terefên girîng hene ku dixwazin pêwendîyên xwe yên li hemberî hev nûjen bikin.

Kurd û Tirk.
Du alîyên vê pêwendîyê hene.
Dijminatîya sedsalan û daxwaza aramî û dostanîyê ji alîyê kurdan ve.
Pêwîst nake em behsa terefê tirkan bikin.

Ew ê ji bo berjewendîya mîlet û dewleta xwe bixwazin bi saya hin ”hingavan” Kurdan bînin hember hev, hetta ji wan were dê bixwazin bi vî awayî di nav kurdan de agirê şerê birakujîyê pêxînin da ku ew wek dewlet pozîsyona xwe xurtir bikin.

Dibeku rewşa De facto ya Kurdistana Rojava wan ditirsîne û lewre dixwazin bi vî awayî tedbîrên xwe bigrin.
Dibeku hesabên Erdoganî  li ser hilbijartinên herêmî  yek ji sebebên vê hingavê be.

An jî ji ber tengasîya rewşa sîyasî ya herêmê ew dixwazin bi Kurdan re bikevin nav tifaqekê.
Pêvajoya sîyasî ya heremê gellek zû diguhere û dewletên heremê wek berê êdî nikarin serdestîya xwe li hember Kurdan ferz bikin.  Hetta mecbûr mane bi Kurdan re dostanîyê stratejîk ava bikin.

Dewletên dagîrker wê helbet bixwazin serdestîya xwe li hember Kurdan biparêzin.  Wê bixwazin ji nakokî û zaafîyetên Kurdan îstîfade bikin. Jixwe hebûna wan bi van pirsan ve girêdayî ne.

Lê hemû alîyên Kurdan jî divê berpirsîyarîya xwe baş zanibin.
Kurd êdî li Rojhilat Naverast yek ji aktorên herî girîng e û ne mumkun e pêşeroj bêyî wan bê tayîn kirin.
Êdî dewletên dagîrker û civata navnetewî vê rastîyê baş dizanin.
Bûyera dawî careka din îspat kir ku di nav Kurdan de kêmasîya koordînasyonekê hevbeş heye.

Pêwîstî bi koordînasyoneke navxweyî heye ku karibe di hemû rewşên sîyasî û civakî de di navbera aktorên sîyasî yên Kurdan de zûtirîn wext tedbîrên li gor berjewendîyên netewî bistîne ku rê li ber alozîyan bên girtin.
Minaqeşeyên ku îro tên kirin bê bin û serî ne.

Gellek nivîsên bi mebest ku zirarê dide têkoşîna Kurdan tên belav kirin. Mirov nizane çavkanîyên van nîqaşan ji ku derê tên îdare kirin.
Pêwîst e em rastîya xwe baş bizanin û firsendê nedin dewleta dagîrker ku karibe ji rewşê îstîfade bike.

Divê gelê Dîyarbekirê bi rêxistinên xwe yên sîyasî, dezhegên şarederîyê, rêxistinên sivîl û demokratîk, bi ala û rengên xwe yên netewî her derên bajarê bixemilînin, pêşwazîyeke germ li Serokê Herêma Kurdistana Başûr  Mesûd Barzanî bikin, li hember dost û dijminan mil bi mil û bihevre rûpeleke nû ya dîrokî vekin û mesajeke xurt bidin dinyayê/hemû hêzên dagîrkeran ku Kurd yek netewe ne û Dîyarbekir paytexta me ya pîroz e!

Keya Îzol

Nerîna min :