Polîtîk
Amed ji bo pêşwaziya Barzanî amadeye
Mustafa Cahit Kiraç Parêzgerê(Wali) Amedê li daxuyaniyek de behsa amadekariyên bernameya dîrokiya Erdogan û Barzanî nirxand û da zanîn ku Amed ji bo pêşwaziya Barzanî amadeye.
Kiraç da zanîn ku li vê serdanê de Serok Wezîr Erdogan û Serok Barzanî wê beşdarî rêwresmên vekirina 938 projeyên cûr bi cûr yên wekî rê, xwendingeh û çar rêyên taybet û rêyên gundan bibin.
Her wiha li vê serdanê de wê mehra 367 cot keç û kuran bibrin û şahidiyê li hevjîniya wan kesan bikin.