Polîtîk
Gul serdana Barzanî Ya Amedê nirxand
Abdullah Gul Serok Komarê Tirkiyê li bajarê Erzîncanê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê nirxand.
Gul got: “peywendiyên me hindî bi cîranan re baş bin, li berjewendiyên me jî wê ewqasî li hevdû bibe.”
Serok Komar pêvajoya çareseriyê jî nirxand û got: Li gelek dewletên cîran, hevneteweyên Tirkiye yê hene. Heke em wisa lê binêrin, Turkmenên li Iraqê, xizmên me ne. Xurtkirina têkiliyên bi wan re, hem ji bo me, hem jî ji bo wan baş e. Bi vê yekê welatiyên me yên ku xizmên xwe li wir in, dê kêfxweş bibin. Ev yek, xwebawerbûna Tirkiyeyê ye. Ku bi cîranan ve em çiqas têkiliyên baş deynin, alikariya hevdû bikin; ji bo me ewqas baş e.