Barzanî û Erdogan wê şahidiya zêwaca wan bikin
Wekî tê zanîn Barzanî û Erdogan wê li Amedê şahîdiyê zewaca 300 kesan bikira lê belê li gor zanyariyên dawî, hejmara kesên zewacê bikin gihîştiye 400 cotan û êdî ji wan 400 kesan zêdetir keseke din wernagrin.
Yek ji wan keç û xortên ku jiyana hevsergiriyê pêkbînin Yasemîn Zemîn Akay dibêje: Birastî şanseke mezine, min nedizanî tişteke wiha heye, min hemû amadekariyên zewacê amadekiribû, paşê telefonek bo min hat û gotin dixwazî beşdarî zewaceke bi kom bibî, min jî got belê. Lê dîsa jî min nedizanî wê Serok Barzanî, Serok Wezîr Erdogan û Ibrahîm Tatlises û Şivan Perwer beşdarî vê zewaca bi kom bibin.
Her wiha got: Birastî eve şanseke mezine, me berê xeyal nedikir her em Şivan Perwer bi zindî bibînin, lê ew beşdarî daweta me dibe, birastî ez gelek bextewerim û gelek bi şansim. Eve jî bo me bîraneke mezine ku em ji bo zarokên xwe neviyên xwe behs bikin.