Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo pêşwaziya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê alayên xwe yên Kurdistanê amade kirine û wê bi ala Kurdistanê pêşwaziya Serokê Kurdistanê bikin.
Her wiha di vî derbarî de Serhad Mêrdînî Serokê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê li ser tora civakiya facebookê peyamek belavkiriye û dibêje: Emê Serokê Kurdistanê bi ala rengîn pêşwazî bikin. Hin kes dipirsin: Çima hunê bi ala rengîn pêşwaziya Barzanî bikin? Kesên ku van pirsan dikin, ez jî dixwazim pirseke ji wan bikim: Qazî yê şehîd ala Kurdistanê emanetî kî kir?