Polîtîk
Haşimî: Ev serdan ji bo aştiya rojhilata navîn gelek girînge
Haşim Haşimî Parlementerê berê yê Refah Partîsî li 15.11.2013 demjimêr 22:00 an de beşdarî bernameyeke televizyona Haber Turk kir û hatina Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê kir.
Haşimî got: Hatina Barzanî dîrokiye û ew kesên ku bi berjewendiyên xwe yên siyasî temaşa vê serdanê bikin şaşiyeke gelek mezin dikin û ev serdan dawiyê bi înkarkirin û asîmîlekirina Kurdan tîne. Ez bi navê xwe hatina Erdogan û Barzanî gelek girîng dibînin û her dû yan jî pîroz dikim.
Her wiha Haşimî berdewamiya axaftina xwe de got: Ez bawerim wê ew peyama pêkve karkirinê bidin û ev serdan hem warê aborî, çandî û siyasî de gelek girînge. Ev pêkhatin ji bo aştiya rojhilata Navîn jî gelek girînge.