Altan Tan Parlementerê BDP yê Amedê beşdarî bernameyeke televizyona Haber Turk kir û hatina Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê nirxand.
Tan got: Tiştê baş ewe ku heta doh dewleta Tirkiye dijî Barzanî gelek bi xerabî behs dikir û îro jî bi mehfurên sor bi awayeke fermî pêşwaziya wî dike. Her wiha eve 37 sale birayê me Şivan Perwer nedikarî vegere welatê xwe niha wê bi awayeke azad vegere, li ser serê me û li ser çavê me bila were û emê li gel hevalên xwe herin pêşwaziya wî bikin û wekî birayek çi bikeve ser milên me em amadene. Barzanî li ser seran û li ser çavan tê, ez hêvî dikim ku daxwaza dilê xelkê Amedê jî baş têbigihe.
Her wiha Tan berdewamiya axaftina xwe de got: Erdogan ji bo neftê û ji bo gazê dixwaze vê pêşwaziyê bike. Ew ne ji dilin, em dibêjîn li gel mafên biratiyê bi awayeke eşkere pêkve kar bikin û ne ku ji ber berjewendiyên uze û enerjiyê neçar bimînin û destê xwe dirêjî Barzanî bikîn. Eger dewlet dîsa Kurdan ji bo enerjiyê bixapîne û wê winda bike.