Polîtîk

Welî: AKP yî wê bi ala PDK pêşwaziya Barzanî bikin

Rebwar Kerîm Welî Sernivîskarê Rojnameya Rûdawê beşdarî bernameya Şîrîn Payzîn ya Ne Oluyor (CNNTURK) bû û behsa bernameya Amedê ya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li ser pirsyareke rojnamevan Payzîn ya gelo ev bername ji aliyê Barzanî ve ji bo piştgirîkirina Erdogan ya hilbijartinan ve hatiye amadekirin? Welî got: Dibe ku wiha jî bê têgihiştin, lê belê Barzanî jî li vir betalî ranaweste, ez ji were bibêjim, sibê alayên KDP, alayên KDP Bakur ya ku Mela Mistefa damezrandibû yanî Kurdistana Tirkiyê ku damezrandibû ya ku berê Serokayetiya wê Hemreş dikir, sibê li Diyarbekirê li gel portreyên Mela Mistefa û bi hezaran alayên Kurdistanê ve û bi hezaran alayên PDK emê rû bi rû bibin. Yanî bi awayekî wê KDP jî li Amedê bejna xwe nîşan bide.

Li ser vê axaftinê Cengîz Çandar axaftina Rebwar Kerim Welî dibre û dixwaze babetê biguherîne. Paşê dibêje sibê wê Barzanî bi rêya Xeburê were heta Diyarbekir.  

Rêbwar dibêje: Li Qamişlo jî wisa kiribû li Fîşxabûr heta Qamişlo bi sedhezaran mirov bi ala Kurdistanê pêşwaziya wî kiribûn, niha jî wê ji Xebûr heta Diyarbekir wê propagandayan bike. 

Çandar dibêje kes alîgirê PDK tûne heta wiha pêşwaziya wî bikin ma wê kî bike?

Rêbwar dibêje: Wê Akpartî bike.

Payzîn dibêje: Yanî wê hemû leq û şaxên AKP pêşwaziya bi alayên KDP û alayên Kurdistanê pêşwaziya Barzanî bikin. 

Back to top button