Kî Trump bikûje, dê sê milyon dolaran wergire

Endamekî Parlemena Îranê ragihand, sê milyon dolar dibexşê bi her kesek ku bikarê Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bikujê.

Ajansa Îsna ya Îranî li nûçeyek ragihand ku Endamekî Encûmena Şûraya Îslamiya Îranê xelateke sê milyon dolarî ji bo her kesek terxan kiriye ku bikarê Donald Trump Serokê Amerîka bikujê.

Ew ajans li ser zimanê Ehmed Hemze Endamê Encûmena Şûraya îslamiya Îranê ya ser bi parêzgeha Kirman belav kiriye ku navbihurî paddaşta sê milyon dolar bi kaş pêşkêşî her kesek dike ku bikarê Donald Trump Serokê Amerîka bikujê.

Ew Endamê Şûraya Îslamî wê yekê rûn nekiriye kî wê biryarê derxistiye, di demek da Kirman cihê ji dayikbûna Qasim Suleymanî Fermandeyê Feyleqa Qudis ya Pasdarane ku li sê yê vê mehê da bi firokeyekî Dron li nêzîkî Firokxaneya Bexda hate kuştin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: