Serok Wezîrê Norwêcê destxweşiyê li Kurdekî dike
Çend rojek berî niha Serok Wezîrê Norwêcê serdana xwaringeha Kurdekî Başûrê Kurdistanê ya nîştecihê welatê xwe kir û piştî xwarin xwarinê pesnê wî xortê Kurd dike.
Hejar Rehîm ew xortê Kurde ku li bajarê Krîstyan Sendî ya welatê Norwêcê nîştecihe, wiha behsa wê bûyerê dike û dibêje: Ez xwediyê xwaringehê me û xwarinên me jî nav û dengeke xwe ya taybet heye li bajar da û her ji bo wê yekê jî ber çend rojekê Serok Wezîrê Norwêcê ji bo danê xwarinek serdana xwaringeha me kir û li beramber xwarinê jî spasî min kir.
Her wiha got: Hatina Serok Wezîr ji bo xwaringeha me dengvedaneke mezin ya medyaya Norwêcê li pey xwe da anî û bi taybetî jî medyaya fermî ya welat spasnameya Serok Wezîr belav kirin û bu manşeta serekiya zêdetirê rojname û tv û malperan.