Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxûyaniyek ragihand û dibêje: “Hûn dikarin ji bo kampanyaya Tabletê ya ku me ji bo dersa hilbijartî ya kurdî ya li Dibistana Pîşesazî ya Diyarbekirê daye destpêkirin rojên hefteyê û dawiya hefteyê demjimêr di navbera 08.30 – 18.00 de serî li me bididn.“
Endamê Desteya Rêveber a DTSO’yê Faruk Korkmaz, anî ziman ku weke DTSO’yê ji bo teşwîqkirina dersên bijarte yên kurdî 2 sal berê 500 tablet li xwendekaran belav kirine.
Endamê Desteya Rêveber a DTSO’yê Faruk Korkmaz di daxuyaniya xwe ya dawî de têkildarî piştgiriya tabletan ev daxuyanî da: “Wek Meclîsa DTSO’yê dê xwendekarên pola 5, 6, 7 û 8’an karibin bi kompozîsyonên ku bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî amade bikin, dîrok, çand, xweza û nirxên Amedê vedibêjin. Armanca me ya sereke bi vê lêkolînê ew e ku em bêtir şagirdên xwe teşwîq bikin ku li dibistanan dersên kurdî bibînin, xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bidin fam kirin,bixwînin û binivîsin. “