
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an bên kirin. Serok Nêçîrvan biryarnameya di vê derbarê de îmze kir.
Di serî de NY û gelek welatên cîhanê ev biryara Serokê Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Hinek balyozxane û Konsulusxaneyên welatên cîhanê di derbarê îmzekirina biryarnameya ku roja hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de, daxûyanî ragihandin û bi dilxweşî pêşvazî li vê biryara Serokê Herêma Kurdistanê kirin.
DYA
Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê li ser vê biryara Serokê Herêma Kurdistanê got:
“Em piştgiriyê didin hilbijartinên adil û azad ku ji bo demokrasiya tendurist û paşeroja Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”
Brîtanya
Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê jî ev biryara Nêçîrvan Barzanî bi germî pêşwazî kir û got:
“Hilbijartin ji bo ku gelê Kurdistanê dengê xwe bide bihîstin û ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”
Neteweyên Yekbûyî
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Claudio Cordon, ev biryara Serokê Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Claudio Cordon da daxuyand, Neteweyên Yekbûyî amade ye ku ji bo lidarxistina hilbijartinan alîkariya pêwîst bike û got:
“Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku êdî hilbijartinên Parlamentoyê nayên astengkirin.”
Almanya
Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlêrê li ser vê biryarê got, “Hilbijartinên azad ji bo rewabûna sistema siyasî ya Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”
Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlêrê destnîşan kir ku ew biryara Nêçîrvan Barzanî bi kêfxweşî pêşwazî dikin û pê de çû:
“Hilbijartinên adil û azad hîmekî girîng in ji bo bihêzkirina aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê û rewabûna sistema wê ya siyasî.”
Îtalya
Konsulxaneya Îtalyayê ya Hewlêrê dilxweşiya xwe ya ji bo vê biryarê ragihand û got:
“Em hemû aliyan teşwîq dikin ku hilbijartineke paqij, azad û adil bikin.”
Holenda
Konsulxaneya Giştî ya Holendayê jî got, “Hilbijartinên azad û adil ji bo demokrasiyê wekî oksîjenê ne.”
Fransa
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Jan Braim jî li ser navê Konsulxaneya Fransayê ev biryar bi germî pêşwazî kir.
Jan Braim bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn, “Encamdana hilbijartinên azad di berjewendiya me tevan de ye.”
Kanada
Balyoza Kanadayê ya Îraqê Kathy Bunkayê li ser vê biryarê got:
“Dîroka hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê wekî 10ê Hezîrana 2024an hatiye diyarkirin.
Kanada li Îraqê hilnijartinên azad û adil teşwîq dike.”