PolîtîkRojev

Îdia: Namzetên Partiya Refahê ji bo AKPê dê ji hilbijartinê vekişin!

Parlamenterê berê yê AKP’ê Resûl Tosun di weşana zindî de îdia kir ku Partiya Refahê (YRP) dê beriya hilbijartinê namzetên xwe vekişîne. Tosun diyar kir ku gotinên wî li ser agahîyan e û destnîşan kir ku YRP wê beriya hilbijartinê namzetên xwe yên ji bo AKP’ê vekişîne.

Ji bo Partiya Refahê ku muzakereyên îttîfaqa wê ya bi AKP’ê re bê encam mabûn, îdiayeke balkêş hat kirin û piştre li Stenbol û Enqereyê jî di nav de namzetên xwe li hemû bajaran eşkere kir. Parlamenterê berê yê AKP’ê û Nivîskarê Rojnameya Star Resûl Tosun di bernameya kanala TV 100’ê de axivî û got, “Çawa ku Muharrem Bey (Înce) xwe ji namzetiyê vekişand, namzetên Partiya Refahê jî dê ji bo pişgiriya Mûrat Kurum berbijêrê xwe vekişîne.Eger li Enqere ji bo Altinok an jî ji bo Hamza Dağ li Îzmîrê bêrbijêrên xwe vekişandin dê ne surprîz be.

Ji Tosun pirsîn:”Ev texmîn e yan jî li gorî agahiyan e?” Di bersiva pirsê de Resûl Tosun jî got, “Belê ez li gorî zanyariyan diaxivim, navan jî dizanim.”

Serokê Giştî yê Partiya Refahê Fatîh Erbakan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameger Murat Yetkin re de bersiva pirsa gelo îhtîmala vekişîna namzedên partiya wî heye yan na û wiha gotibû: “Ne mimkûn e ku em vekişin. “Eger em niha vekişin, em ê bibin tekerê yedek a AK Partiyê.

Back to top button