Cîhan

Jerusalem Post: Neviyê Nasrallah di êrîşa dronê de hat kuştin​

Radyoya Sûrî ya bi navê Dengê Paytext roja Yekşemê ragihand ku, Ebas Ehmed Xelîl, neviyê rêberê Hizbullahê Hesen Nesrallah, yek ji sê çekdarên Hizbullahê bû ku roja Şemiyê di êrîşeke Îsrail de li Neqûra li başûrê Lubnanê hatin kuştin,

Rojnameya Jerusalem Post jî daxûyakirin ku, hîn ev nûçe ji aliyê çavkaniyên fermî ve nehatiye piştrast kirin, Lê li gora çavkaniyan Îsrail otomobileka li başûrê Libnanê bi dronê kir armanc û di vê êrîşê de 3 çekdarên Hizbullaha Libnanî hatine kuştin.

Êrîşên Îsraîl û Hizbullahê ji meha Cotmehê û vir ve bênavber berdewam dikin
Ji meha cotmehê ve, di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 200 çekdarên Hizbullahê û nêzîkî 50 sivîl li Lubnanê hatine kuştin. Herweha , di êrîşên Hizbullahê de jî bi dehan leşkerên Îsrail û 5 sivil jî hatine kuştin. Bi dehê hezaran Îsraîlî û Libnanî ji gundên herdu aliyên sînor reviyane..

Hizbullah vê hefteyê îşaret kir ku eger êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê raweste ewê êrîşên xwe rawestîne, lê heke şerê Gazayê berdewam bike ew amade ye şer bidomîne. Roja Înê Hizbullah ragihand ku 4 endamên wê li Lubnanê hatine kuştin.

Back to top button