PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê roja hilbijartinan eşkere kir

Serok Nêçîrvan Barzanî biryarnameyek ji bo diyarkirina roja hilbijartinên bê yên parlamentoyê îmze kir.

Di biryarnameyê de li ser bingeha xala duyem ya madeya 10 ya yasaya serokatiyê ya jimare 1 ya sala 2005ê ku hatiye guhertin, Serok Nêçîrvan Barzanî biryar da ku roja 2024/6/1ê roja hilbijartinên giştî yên gera şeşem a parlamentoya Kurdistanê bê li darxistin,

Li gor wê biryarê, hemû aliyên pêwendîdar neçar in ku ji bo cîbicîkirina vê biryarê, îro pêve pêngavên pêwîst ji bo hevkarîkirina komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan bavêjin.

Back to top button