Cîhan

Rapirsîna dawî ji bo hilbijartina serokatiya DYA: Trump 5 puan li pêş Biden e


Di rapirsîna ku ji aliyê New York Times/Siena College ve bi hev re hatî kirin de rêjeya kesên ku, dengê xwe bidin Donald Trump ji sedî 48 hat tomarkirin.

Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di meha Mijdarê de bê lidarxistin. Li gorî rapirsina herî dawî Serokê niha Joe Biden bi 5 puanan li pişt Serokê berê Donald Trump e. Rapirsîna ku bi hevkariya New York Times/Siena College hatî kirin de, rewşa dawî ya di navbera namzedên serokatiyê yên Partiya Demokrat û Partiya Komarî de eşkere kir.

Ji sedi 43ye hilbijêrên ku beşdarî rapirsînê bûn diyar kirin ku ewê di 5ê mijdarê da dengê xwe bidin Biden, rêjeya kesên ku gotin ew ê Trump hilbijêrin jî ji sedî 48 bû.

Ji sedî 47 ê beşdaran diyar kirin ku ew bi tundî “siyaeta Biden rêvedibe” napejirînin û ji her 4 beşdaran yekî got ku ew difikirin ku welat ber bi rêyek xelet ve diçe.

Hat ragihandin ku di rapirsîna ku di navbera 25-28ê sibatê de li ser asta neteweyî hatî kirin de 980 hilbijêrên ku bi tesadufî hatine hilbijartin.


Back to top button