Civak

AK Partî giringiyek mezin dide hilbijartina Stanbolê

Her ku hilbijartinên herêmî nêzîk dibin, pêşbirka Stenbolê jî dijwartir dibe. Di pêşbirka berbijêrê AK Partiyê Murat Kurum û namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû de babetê meraqek mezin a xelkêye. Xuya ye ku Îmamoglû di hinek rapirsînan de li pêş e, her roj rapirsînên nû tên ragihandin. Her wiha rapirsîn hene ku Kurum 1-1,5 puanan li pêş nîşan didin. Li gorî rêveberên AK Partiyê di nava du hefteyên dawî de dê pêvajoya hilbijartinê aktîftir bibe. Tê îddîakirin ku qonaxa dawîn a hilbijartinê de, bandora serokkomarê Tirtkiye Erdogan xwe bide nîşandan. Rayedarekî payebilind ê AK Partiyê îdia dike ku Murat Kurum di hilbijartina Stenbolê ya ku tê payîn beşdariyeke zêde tê kirin bi ferqa 150-160 hezar dengan bi ser bikeve.

Back to top button