CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê civiya​

Li Antalyayê Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler civiya û di civînê de li ser mijarên ewlekariya Rojhilata Navîn û metirsiya terorê gotûbêj kirin.

Her du alî li ser giringiya parastina aramî û aştî li navçeyê û hewla rêgirtin li zêdebûna aloziyan hevdeng bûn û her wiha piştevaniya pêşxistina peywendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Back to top button