Cîhan

Îsraîl agirbesta 6 hefteyî qebûl kir

Hevdîtinên agirbestê yên di navbera Îsraîl û Hamasê de , ber bi dawîyê ve diçe. Li gor daxuyaniya rayedarekî Amerîkayê, Îsraîl ji bo agirbesta li herêmê ku wê 6 hefteyan dewam bike qebûl kir. Rayedar got, “Niha divê Hamas wê qebûl bike.”
Di dema ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bênavber berdewam dikin, bi navçitiya DYA, Qeter û Misirê di navbera Îsraîl û Hemasê de muzakereyên agirbestê dewam bikin. Di daxuyaniya xwe ya îro de rayedarekî Amerîkayê îdia kir ku Îsraîlê agirbesta 6 hefteyî ya li herêmê qebûl kiriye û got, “Niha divê Hamas vê qebûl bike.”

Rayedarê ku navê wî nehat zanîn jî diyar kir ku ji bo ku ev agirbesta lihevkirî bi awayekî mayînde li herêmê bidome dê xebat didomin.


Serokê Amerîkayê Biden di serdana xwe ya li New Yorkê ya serê hefteyê de pirsên endamên çapemeniyê yên têkildarî rojevê bersivand. Biden li ser pirseke ku li Xezeyê kengê dikare agirbest pêk were got, “Ez hêvî dikim heta dawiya vê hefteyê. Şêwirmendê min ê ewlekariya neteweyî got ku em pir nêzîk in, lê me hêj temam nekiriye. Ez hêvî dikim ku agirbestek pêk were. “

Back to top button