Nivîsar

Kesên ji navê Kurdistanê bitirsin tiştekî ji bo Kurdan nakin

Serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan bi rewresmekî taybet li himber medyayê di derbarê “Paketa Demokrasiyê“ de agahdarî da û naveroka pakêtê da xûyakirin.

Bê goman herkes bi awayekî û li gora perspektîfa xwe ya siyasî û civakî naveroka vê paketê dinirxîne.

Li Tirkiye guhertinên erênî di dema hukumetên Ak partiyê de pêkhatine. Lê di pirsa Kurd de gavên tên avêtin ji çareseriyê gelektir hinek guhertinên demîne. Yanî guhertinên têne kirin dikare bibe zemînek ku Kurd bi metoden demokratîk doza mafên xwe yên rewa yên netewî bikin û ji bo vê yekê bitekoşin.

Dema Erdogan bêje; Yek dewlet, yek milet , yek al. Di bingehê xwe de her guhertina dike jî dihêlê ku di bin şikekî mezin de be. Kurd û Tirk dikarin di nav sinorê dewletekî de bijîn. Lê tucara nabin yek milet. Du miletên cudane. Ala Tirkiye nikare bibe ala Kurdistanê. Ji ber ku ala Kurdistanê heye û cudaye.

Di vê pakêtê de çend tiştên ku Kurdan eleqeder bike heye.

Qexekirina li ser hinek tîpên ku zimanê Kurdî de jî tên karanîn radikin. Tîpên wek Q, W û X qedexebûn. Heta di navên Kurdî de dema ev tîp cih bigirtan di dewsa wan de tîpên Tirkî karadianîna. Niha ev qedexe hate rakirin. Lê di rastiya xwe de di pratîkê de ev tîp gelemperî dihatin karanîn.

Her çikas mirov zanê ku ew behsa zimanê Kurdî dikin, lê ji bo çi nav nakin? Ev yek gelekî girîng e.

Wek din di dibistanan de sonda ku rojane tê xwendin wê rakin. Ji xwe ev sond sondek nijadpereste û ti derê cîhanê nûmeneyek bi vî awayî tuneye. Her roj zarokek ku ne Tirk mecbûrbû ku di dibistanê de bêje“ Ez Tirkim, çalakim, dirustim……Bila heyîna min qurbana heyîna Tirk be… Ez çikas bextiyarim ku ez Tirkim…“ Ev sond ji bo beşek Tirkan bi xwe jî ne xweş bû. Kurdek li mla xwe kurd e, li dibistanê dibe Tirk.. Sondek derew û pûç û beredayî.

Wek din herkes dikarê di hilbijartinan de bi zimanê bixwaze propagandê bike.

Navê gundan û deveran yên hatîn rakirin û guhertin cardin dikare vegere wek berê.

Hêdî di dibistanên taybet de zimanên biyanî dikare bibe zimanê perwerdê. Başe ji bo çi nayê gotin ku “ Zimanê Kurdî di dibistanên taybet de dikare bibe zimanê perwerdê“ Ji xwe li Tirkiye gelek dibistanên taybet bi tenê zimanê  ingilîzî kar tînin. Tenê zimanê Kurdî qedexeye.

Bi kurtahî ev guhertinên ku em dibêjin ji bo Kurdan hatine kirin bi tu awayî di pakêtê de nayê navkirin. Di aliyê psîkolojîk û ehlaqî de jî navkirin ji bo Kurdan girîng e.

Di rastiya xwe de ji bo Tirkiye û Kurdistana Bakur jî ev guhertin başin. Lê ne girêdayê mafê Kurdane. Yanî mafên te yên insanî yên tabiî ji te hatine standin û qedexe kirin, dema îro wek litufekî li te di bin navek din de vedigerînin baş tê nirxandin. Niha em jî bi vî çavî li mesêlê dinêrin.

Ji berî niha demekî hinek Ciwanên Kurdistanî li Diyarbekirê Komeleyek bi navê Kurdistanê vekirin. Li Tirkiye qiyamet rabû, ev yek kirin pirsa parçebûna Tirkiye. Ji parlementeran heta bigihê rojnemevanan bi rojan behsa vê yekê kirin.

Başe niha mirov ji xwe dipirse: Tu navê welatê min qebûl nakî, tu zimanê min bi nav nakî û dema behsa pirsa min dikî wek behsa tiştek biyanî heta tuneyî dikî. Başe dê çewe baweriya min li we werê? Çewe ezê bizanibin behsa min tê kirin?

Pirsa Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne pirsa demokrasiyê ye. Pirs pirsa miletekiyê ku bikaribe li ser çarenûsa xwe biryarê bide.

Lê dewleta Tirk hingî di derbarê Kurdan de plan û bernameyên qirêj pêkanîne, hingî qirkirin û têkbirina Kurdan ji xwere kirine armanc. Hingî xirabiyên dijê mirovatiyê û hovane kirine, îro çi dibe  baş tê nirxandin.

Tirk, Hukumet û herkesê ku behsa aşitiya civakî dike, divê behsa mafên rewa yê gelê Kurdistanê bike. Ew kesên ji navê Kurdistanê bitirsin nikarin tiştekî ji bo Kurdan bikin.

3.10.2013
Dara Bilek

Back to top button