Nivîsar

Barzanî: Em rê nadîn terorîst bigihin armancên xwe

Berî nîvroya îro pênçşem 03.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Munîr Fexrî Ebdulnûr Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Derveya Komara Misir û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Derveya Komara Misir xweşhaliya xwe bi serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û hevxemiya xwe û welatê xwe û Serok Komar û Serok Wezîrê welatê xwe bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê nîşanda bi sedema wê kirdara terorîstiya ku roja yekşemê derbasbûyî li Hewlêra paytext kiribû armanc û serxweşiyê li kesukarê şehîdên vê rûdawê kir û ragihand ku welatê wan li rûbirûbûna terorê de li gel gelê Kurdistanê dibe. Li beşekî dinê axaftina xwe de Munîr Fexrî Ebdulnûr behsa peywendiya kevina her dû gelê Kurdistan û Misirê kir û amadehiya welatê xwe jî nîşanda ku wan peywendiyan pêşbixin ku li navbera her dû aliyan de heye bi taybet li warê aborî û pîşesazî û bînasaziyê de.

Ji aliyê xwe ve ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan spasiya hevsoziya gel û Hikûmeta Misir kir û di derbarê kirdara terorîstiya çend rojên derbasbûyî li bajarê Hewlêrê Serok Barzanî got: “Teror diyardeyekî cîhaniye û ji bo rûbirûbûna terorîstan îradeyekî dewletî pêwîste. Demeke dirêje bi niyazîn ku asayîşa Herêma Kurdistanê têk bidin, lê belê li hewlên xwe de serkeftî nebûne. Terorîst tu demekî nikarin Herêma Kurdistanê bikin bingehek ji bo çalakiyên xwe ji ber ku ne gelê Kurdistanê û ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê bi wan nadin ku ew bigihin armancên xwe”. Li beşekî dinê axaftinê de Serok Barzanî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Misir pêşwaziya her hengavekî kir.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û hilbijartina Parlemena Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û têda Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Derveya Komara Misir pîrozbahiya serkeftina pêvajoya Hilbijartina Kurdistanê kir û berev bi hêzbûna dewleta medenî û sivil û demokrasiya li herêmê de bi hengavekî mezin da zanîn.

Back to top button