Kesayet di siyasetê de çikas girîng e?
Gelek caran pisporên siyasî di siyasetê de behsa helwest û keseyate siyasî dikin. Bê guman siyaset jî wek her dezgehekî, wek her zanyariyekî wek her tiştek din di ciwatê de xwedî nirxe û hinek pîvan e.
Lê mixabin li welatê me û herweha di deverek wek Rojhilata-Navîn de nirxên siyasetê berjewendiyên rojeneve hatine girêdan û li gora vê yekê jî siyaset rojane tê kirin.
Ev yek jî dibe sedemek bingehîn siyaseta rasteqênî dimîne di bin sihê de û piraniya caran rastî jî nayê fam kirin.
Kesek yan jî dezgehek aliyek siyasî diparêze, bi germî pişgiriyê dide, wan dibê ezmana wesfek mezin ji bo wan dide. Lê demek gelek kurt eynî kes yan jî dezgeh tiştên herî xirab ji bo aliyê ku pişgirî didayê dibêje. Wan bi xirabiyên mezin tawanbar dike û heta dikare bi xiyanetê jî îtham bike.
Dema mirov li konaxa pişgiriyê û dijberiyê dininêre yek ji wan aliya nehatiye guhertin. Her tişt wek xuye . Başe çewe dibê ku îro mirov pişgiriyê dike û sibe dibe dijmin.?
Ev babet di nav aliyên siyasî û tevgera kurd de gelek nayê gotubêj kirin û li gora vê yekê jî kesayet nayên şirove kirin. Ev jî dibe sedemek bingehîn ku kesayet di siyayasetê de giringiya xwe winda dike.
Pişgirî û dijberiya aliyên siyasî li gora helwesta wan ya siyasî tê kirin. Mirov pişgiriya aliyek siyasî bike li ser xetek bi istikrar siyasetê bike, her demi mirov wê aliyê siyasî dikare dema çewtiyan de rexner bike û behsa kêmasiyan wan bike. Ew bi xwe nabê mirov bibe evd ji tu aliyek siyasî re, mirov hevale, pişgîrê lê dema pêwist bê jî bi dostane rexnegîre.
Herweha dema mirov dijê aliyek siyasî be nabê cardin çave xwe bigre û dijitiya her tişk ku ew alî dike bike. Dema rastiyek wan hebe, karek baş bikin dive mirov bikaribe behsa wê başiyê jî bike.
Lê mixabin piraniya caran yan bi korayetî dijminî tê kirin yan jî bi koletî hevalbendî tê kirin. Ew dostên ku nezanîn û berjewendî dostaniya aliyek siyasî dikin ji dijminên herî xeter xirabtirin.
Gelek caran di nava kurdan de tê gotin“ Dijminê baş ji dostê xirab çêtire“
Ji ber ku di civatê de dostên mirov dibe wek referansekî.
Herweha hinek kesayet li gora bayê rojê aliyên xwe yê siyasî diguherînin. Dema di rastiyê de mirov dijitiya aliyek siyasî bike û binêre ew alî hatiye guhertin, pêwiste mirov rastiyê bibîne û cardin li gora wê xwedî helwest be.
Lê îro mirov xeberên pîs bide aliyekî û sibehî jî tu merc nehatibin guhertin wan bibe ber perê ezmanan nabe.
Yên vê dikin jî dixweyê li gora xwe aliyê bazirganiya siyasetê baş fêr bûne.
Bawerim ev babet gelek tê gotubêj kirin. Heta gelek gazind jî di vê derbarê de hene. Lê vêca deme ku mirov bi dengek bilin van tiştan bêje û bazirganên siyasetê teşhîr bike.
31.5.2014
Dara Bilek