Cîhan

Ala Kurdistanê li Brukselê bi fermî hat bilindkirin

Li gora nûçeya Ajansa Bas, hikûmeta Belçîkayê razî bû ku Ala Kurdistanê li ser avahiya Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Bruksela paytexta wî welatê were bilind kirin. Belçîka bû yekem welatê Ewropî ku bi awayekî fermî û hevşêweyê welatên din, danûstandinê ligel Herêma Kurdistanê bike û ala wê bixe nav alên welatên cîhanê ku li Brukselê nûnertiya wê heye.

Vekirina beşê taybet bo Herêma Kurdistanê li Balyozxaneya İraqê, piştî pesendkirina Destûra Bingehîn a İraqê hat ku di madeya (121) a benda sêyem a destûra daîmî de tê gotin ku mafê herêman heye li balyozxaneyên İraqê yên li welatên cîhanê ofîsên wan hebin. Herêma Kurdistanê jî li gor wê benda destûrê li gelek welatan cîhanê ofîs vekirina.

Di merasîma bilindkirina Ala Kurdistanê de li ser avahiya nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Brukselê, çendîn hevwelatiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê, rojnamevan û nûnerên kanal û çendîn ajansên cîhanê amade bûn. Evna ji xeynî wê ya ku çendîn balyoz û nûnerên welatên cîhanê, çendîn kesayetiyên Ewropî, Asyayî û Erebî jî amade bûn.

Razîbûna hikûmeta Belçîkayê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Bruksela paytexta wî welatî, ku hevdem paytexta Yekîtiya Ewropayê ye, girîngiyeke siyasî ya wêya taybet heye bo rewşa Kurdan li cîhanê. Nîşana wê yekê ye ku asta peywendiyên welatên Ewropayê ligel Herêma Kurdistanê, ne tenê di asta rêxistin û komeleyên xêrxwazî de ye, lê wiha dixwiye ku ew welat dixwazin bi awayekî cuda ji İraqê danûstandinê ligel Herêma Kurdistanê bikin.

Back to top button