Kerkukê ji bo kesekî nekin qurbanî

Kerkuk ew bajarê babê ruhî yê neteweya Kurd Barzaniyê Nemir bi dilê Kurdistanê daye niyasîn, pêdivî bi yek dengiya hêzên siyasî yên Kurdistanî heye ji bo çareserkirina kêşeyan, ji egerê xirab birêvebirina îdarî ya Kerkukê ji layê parêzgerê Kerkukê ve û têkilbuna wî di gel çendîn dosyeyên gendeliyê da, barê aramî yê Kerkukê roj bi rojê berev nebaşiyê ve diçin û rojane çendîn welatî dibine qurbanî.
Lewra mafê hêzên siyasî yên Kurdistanî ye tirs ji Serokatiya Dr Necmedîn Kerîm hebîtin ji bo lîsteya Kurdistanî ya Kerkukê ji bo hilbijartinên Parlemena Iraqî yê sala 2014 weku ya xûya û diyar Dr Necmedîn Kerîm neşiyaye xizmeteka hêja ji bo parêzgeha Kerkukê biketin û bûye cihê nerazîbuna xwe cihên Kerkukê evê çendê dê kartêkirineka xirab li ser encamên helbijartinên perlemanê Iraqê li Kerkuka Kurdistanî hebîtin ku bi sedehan dengên Kurdan dê berze û bê mifa bin, lewra li ser mekteba siyasî ya Yeketiya Nîştimaniya Kurdistanê pêdiviye bi çavekê din û dûrî ji hizbayetiya ber teng berê xwe bidete Kerkukê û bibîte destpêşxer ji bo vegerandina hêzên siyasî yên Kurdistanî ya nav lîsta yekgirtiya Kurdistanî li Kerkukê.
Kerkuk niha ji her kesekî û partiyekê mezintire ji bo doza rewaya gelê Kurd û çarenivîsê miletekê sedan sale tuşî çewsandin û binpêkirina mafan dibîtin yê girêdayî Kerkuka dilê Kurdistanê ye ev nakokî û du berekiya aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkukê dihête kirin ji bo wê cihê dilxweşiya aliyên bi hemû hêza xwe ve dijî maddeyê 140 û vegerandina Kerkukê bu ya ser Herêma Kurdistanê ne û ew alî tu xemsariyekê di xweşkirina agirî û paldana hinek kes û aliyan nakin û hemû şiyanên xwe êxistîne ger ji bu evê meremê, bawerîn êdî îradeya xelkê Kurdistanê ji hindek siyasî û aliyan bihêztire û divê bi hişyarî reftarê di gel kêşeyên girêdayî çarenivêsê gelê Kurd bête kirin neku Kerkuk û çarenivîsa gelê Kurd bikîne qurbana siyasî yekî yan aliyekê diyar.
Ji destdana senga hêzên siyasî li Kerkukê dê gelê Kurd 100 salan paşve bizivire û dîsa dikevin nava te’rîb da û dê Kerkukê ji bo heta hetayê ji dest bidîn, bila kesekê siyasî bikîne qurban ji bo Kerkukê neku berevajiyê Kerkukê bikîne qurbanî kesekê siyasî. Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê kadirên xwedî şiyan û zana di nav da hene dikarin li şûna Dr Necmedîn Kerîm kesekê dîn yê hêja ji bo Serokayetiya lîsta Kurdistanî ya Kerkukê danin û kesê navbirî bibîte cihê rizamendiya hemû aliyên Kurdistanî û bi yek lîst biçîne hilbijartinên Perlemanê Iraqê yên sala 2014 da ku bişên senga gelê Kurd ji bu kesên dijberên madeya 140 diyarkirin û bidîn xûyakirin ku rastî Kerkuk Kurdistanî ye her dê bimînîte Kurdistanî di hilbijartinên encumenê parêzgeha Musil Kurd bi yek lîst beşdarî hilbijartinan kir û karîn serkeftinên mezin bi dest xwe ve bêxin û kursiya Serokê Encumenê Parêzgeha Musil û Cîgirê Parêzgerî û çendîn kursiyên din ji bo xwe mîsoger bikin ji ber ku Partî kesekê xemxur û cihê rizamendiya hemû aliyên siyasî û xwe cihên Musil kir Serokê lîstê bi evê çendê karîn senga gelê Kurd li Musil biparêzin û pêşvebibin sererarî hemû dijayetîkirina di gel gelê Kurd li Musil û deverên din yên Kurdistanî dihête kirin, pêdiviye ewa li Musil hatiye kirin li Kerkukê dubare bibîtin daku Kerkukê nekeyne qurbanî kesekî.
Metîn Cemîl Binavî