
Kurdeyatiya YNK di du weneyên cuda de..
Wek têzanîn piştî hilbijartinên herêmî li bajarê Kerkûkê YNKê li gel hinek nûnerên ereba û Tirkmena li hevhatinek pêkanî û endamekî YNKê bû parêzgerê Kerkûkê. Di wê demê de roja 6.2.2025ê Qubat Talabanî serdana Kerkûkê kir û li gel parêzerê kerkûkê yê kurd û endamê YNKê civiya. Di pêşwaziya Qubat Talabanî de, li aliyekî Ala Kurdistanê û ala Iraqê û aliyek din de ala bajarê Kerkûkê û Ala Iraqê hebû. Weneyek bû ku bala kesekî nekişand, ji ber ku ya pêwist ew bû.
Piştre YNKê li gora peymana ku li gel Tirkmena kirî parêzgerê Kerkûke da serokê Eniya Tirkmena. Kesê bûyî parêzer endamekî MHPê ye nijadperestekî dijminê doza Kurd de.Herweha cardin Qubat Talabanî roja 7.5.2026ê serdana parêzerê Kerkûkê yê Tirkmen kir. Di pêşwazîkirina Talabanî de, wene gelek li gora serdan ji berî salekî cuda bû.

Vê carê qet Ala Kurdistanê tunebû. Tenê Ala Iraqê û ya bajarê Kerkûkê hebû. Ev helwest peyamek bû ji bo Qubat Talabanî: “Kerkûk ne Kurdistane”.. Qubat Talabanî jî stûyê xwe xwer kir rûnişt û ev yek qebûl kir.
Bûyer eve vêca kurdên xwedî hest û hizrên netewî dê bi awayekî vî weneyî binirxînin.. û xwefiroş jî awayek din.. Ji xwe dema mirovek li vî weneyî binêre ne hewceyî tu nirxandinekîye….
YNK a Bafil Talabanî berê Silêmnaiyê berbi Bexdayê ve vediguhezê, ne dûre ku rojekî bêje dewsa Kurdistanê emê xwe rasterast bexdayê ve girêbidin. Ji xwe demekî ev babet di meclisa parezgeha Silêmaniyê de hate rojevê…


