Kenan Kizil çû ser dilovanîya xwe…

Îlhamî Can[email protected]Me hevalekî, dostekî û berxwedarekî hêja hinda kir…Mixabin ku li Amedê derîyekî dinê hate girtin… Yek ji wan hevalên hêja û delal, Kenan Kizil-(Farqînî) çû ser dilovanîya xwe. Min hevalekî dinê hinda kir. Hevalekî dinê me bi tenê hişt û çû. Meriv ji xemgînîyê, di dîtina gotin û bêjeya da zehmetîyê dikişîne. Heywax û heywax, Kenan Kizil jî ji nava me fenî stêrkekî şemitî…Xwenas, hevalnas, qedirnas, şoreşger û welatperwer. Belê ez bi rastî, ji dil û can pir ber ketim, dilêşî bûm, û ji xemgînîya xwe ra gotin nabînim. Ger ez hestên xwe, li ser hevalê xwe, bi helbestekî xwe bînim ziman, wê çêtir be…
5.
Vêya nîne quncika min!
Carek çi ye go neda min!Min pirskir; kanê axa min?Tarî bû, çikand bîna min!6.Mirin; ji te nafilitim
Sebir nema, diqefilim
Difetisim, diqerisim
Nabihîsî..! te naxwazim…
- Hê dil geş bû, bi hêvîya
Perda reş ket li ser çavaDil sekinî ji hesretaBêzar ketim, timî cara8.Koçber bûm ez, azad nebûmEz ji xwe ra bîyanî bûmÇaralî ez tengezar bûmDinya du-roj, bi cî nebûm.9.Bikolînin sira bayêGorê deynin li hewayêHêstir ji çavê min nayêVa ez diçim ji dinyayê…10.
Ji dê û bav dûrketî me
Felek xayin, bêxwedî meBixwezî me, bihêvî meEz hêjî ne dilgirtî me…11.Kefena gewr li dora minSawa xwe daye gora minTu cara wê ney sebra minKes nabîze hewara min…Çi bikim! bê çare me ezJi gorê venagerim ezXweş bibînin; dilzîz im ezJi we teva hez dikim ez…..
- Ji xwelî ye doşeka min
Ji kevir e balîfa min Baş girêdin kefena minMin helal kin hevalên min…Serê me teva sax be. Kenan, tu yê her di dilê me da bî…


