Civak

Kemalist û faşîst êrîşê navê Kurdistanê dikin

Nijadperestên Tirk û çepên netewî li dijê nave Kurdistanê kîna xwe vedreşin.

Wek tê zanîn 11ê Tebaxê 2013 hinek ciwaniên Kurdistana Bakur komeleyek li Diyarbekirê bi nave Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê avakirin û bi rewresmekî damezirandina Komeleya bi nave Kurdistanê ji bo raya giştî bi konferansekî rojnemevanî ragihandin.

Medya Tirkî cihek gelek berfireh da  vekirina komeleyê. Navê Kurdistanê li herkesekî xerib hat.  Komele temam, lê Kurdistan çîye? Çima nave Kurdistanê ne nevek din. Di medya Tirkî de û parlementerên Tirk û hinek zanyarên wan sirove kirin.

Di bingehê xwe de medya Tirkî muhasebeyek jî dikira. Lê medya Kemalista nijadperest da xuyakirin ku ,” li vî welatî navê Tirkiye qedexeye lê navê Kurdistanê ne qedexeye.” Bi van manşetên derew û nijadperestî dijitiya navê Kurdistanê kirin.

Rojnameyên nijadperest dema tabeleya Kurdistanê nîşandan navê Kurdistanê reş kirin

Nijadperest ji navê Kurdistanê acizbûne, ji alaya Kurdistanê qebûl nakin herweha vê alaya ku nirxê netewekiyê wek parçeyek qumaş bi nav dikin. Berpirsên Komeleyê bi cil û bergên kurdî derketin himberê medyayê. Ev helwesta ciwanan bû xencerek di laşê nijadperestan de.

Nijadperestên Tirk ji vê yekê jî gelek aciz bûne. Di vê derbarê de hinek parlementerên CHPê yên hukukzan jî nerazîbûna xwe dane xuyakirin û dibêjin ` ` Di vî welatî de ji bo komeleyekî yan jî dezgehek bi navê Tirkiye bê vekirin izna hukumumetê pêwiste. Lê li Diyarbekir navê Kurdistanê komele vedibin“

Di vê derbarê de wezirê demekî yê hukumetên Bulent Ecevît profesorê desturê Hikmet Sami Turk dibêje: Di nav sinorên Tirkiye de navê dewletek din yan jî welatek din tukes nikare karbîne. Divê rojek zûîtir dadgeh vê komeleyê bigre û vî navî rake. Pêvajoya vekirina demokratik de hinek gav tên avêtin, lê xetên me yên sor hene.“

“Tirkiye qedexeye lê Kurdistan serbeste“

 

Serokê dezgeha hukuqê Sabih Kanadoğlu  jî dibêje: Li Tirkiye dadgehek ku navê Kurdistanê qebûl bike tuneye û nabê jî.  Dêbêjin Kurdistan heye û 4 beşin û beşek jî li Tirkiyeye. Ev nayê qebûl kirin.

Hreweha ji parlementerên MHPê û CHpê dijê ve Komeleyê derketin û daxwaz dikin ku rojek zûtir ev komele bê girtin.

Back to top button