Cîhan

Misir bû gola xwînê: 460 kuştî(Vîdeo)

Li paytextê Misrê li Qahîrê hêzên ewlehiyên hukumeta leşkerî îro erîş bir ser xwepêşandanan û xwest meydanê ji alîgirên Mursî vale bike.

Wek tê zanîn piştî darbeya leşkerî li himber serokkomarê Misrê yê hilbijartî hatî kirin, alîgirên Mursî yanî rêxistina Birayên Misilmana dest çelekiyan kirin û eve zêdeyî mehekiyê li meydanên bajarên mezin disekinin û dijê hukumeta leşkerî xwepêşandanan dikin.

Herweha xwepêşandan pişgiriya xwe ji bo Mursî didin nîşandan.

Wezîrê bergiriya Misrê û serokê erkanê Misrê bi çend daxuyaniyan xwepêşandan tehdît kir.Ji xelkek din jî daxwaz kir ku ji bo pişgiriya rejima nû dakevin kolanan. Lê serneket.

Îro hêzên Sissi bi çekan mudaxeleyê xwepêşandanan kirin. Li gora medya cîhanê bi helokopter û çekên din êrîşê dikin.

Heta niha tê gotin ku nêzikî 500 kesî hatine kuştin. Berdevka tevgera dijê darbeya leşkerî Leyla Musa da xuyakirin ku heta niha 460 kes hatine kuştin.

Berpirsên nexweşxaneyekî hêjmara kuştiyan wek 177 kes dide nîşandan.

Ji xwe hêjmara birindaran kesek nizane. Gelek kanalên Televizyonî bi seranser vê îrîşê didin. Lê piraniya caran weşanên televizyon û giridanên telefonî ji aliyê rejimê ve tên birîn.

 

Back to top button